Brett McGurk, bi Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî re civiya

Şandeyek bilind a Amerîkayê, di serdana xwe ya li Rojhilata Navîn de, li gel hevserokên YNK’ê li Hewlêrê civiya.

Şandeyek bilind a Amerîkayê bi serokatiya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê Brett McGurk bi hevserokên YNK’ê Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî re rûnişt.

Piştî civînê, ji aliyê Hevserokatiya YNK’ê ve daxuyaniyek hate dayîn û hat gotin ku wan li ser pêşketinên dawî yên siyasî, ewlehî û aborî yên li Iraq, Başûrê Kurdistan û herêmê axivîne.

Hat diyarkirin jî ku şandeya Amerîkî aniye ziman ew ê di warê ewlehî û aramiyê de piştgiriya xwe ya bi Başûrê Kurdistan û Iraqê re berdewam bike.

Beriya hefteyek serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku ew ê şandeyeke bilind bişîne Rojhilata Navîn û serdana hejmarek welat bike.

Back to top button