Çeteyan du welatiyên din li Efrînê revandin

Çeteyan dagirkeriya Tirk du welatî ji Cindirêsê revandin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên navê Istîxbarata Tirkî li xwe dikin du welatî revandine.

Her du welatî ji gundê Kefer Sefra ya Cindirêsê ne, navên wan jî wiha ye:

Hisên Hemza 39 salî ye û bi behaneya ku di dema Rêveberiya Xweser de hevserokê komînê bû hatiye revandin.

Mûrad Mihemed 26 salî ye, ew jî bi behaneya ku Erka Xweparastin pêk aniye hatiye revandin.

Çeteyan her du welatî ber bi cihekî ne diyar ve birin û ta niha aqûbeta wan ne diyar e.

Back to top button