Fatma Memo: Şoreşa 19’ê Tirmehê ji tunebûnê hebûn, ji mirinê ruh avakir

Mamoste Fatma Memo diyar kir ku bi derketina şoreşa 19’ê Tîrmehê, ji zarok heta mezinan bazdan dibistanan û dêriyên Rejîmê şikênandin û kirin cihê zimanê xwe yên dayikê.

Li Bakur û Rojahilatê sûriyê ruxmê zehmetiyan gelê kurd bi israrek bûn ku zimanê xwe yê dayikê biparêze û şoreşa ziman pêk bîne.

Ev şoreş piştî têkoşîna salên dirêj ya tevgera azadiyê pêk hat.

Bi vê şoreşê re ne tenê Kurd hemû netew bûn xwedî maf û ziman.

Mamoste Fatma Memo ku mamosteya dibistana keçikan e, beriya şoreşê û bi Şoreşa 19’ê Tirmehê re zor, zehmetî û serkeftina di qada perwerdehiyê de nirxand.

Fatma Memo diyar kir ku ew di dema Rejîma Baasê de yek ji xwendevanan bû ku ji ber marşê Rejîma Baasê negotiye rastî tundiya Rejîmê hatiye.

Fatma Memo da zanîn ku dema çirûska şoreşa destpêkir, ji zarok heta mezinan bazdan dibistanan û dêriyên Rejîmê şikênandin û kirin cihê zimanê xwe yên dayikê.

Fatma Memo di dawiya axaftinê xwe de behsa pêşketin û serfkefinên ku di qada perwerdehiyê de bi dest xistine.

Back to top button