Aldar Xelîl: Hêzên komploger ji hebûna Rêber Apo ditirsin

Têkildarî îdiayên li ser jiyana Rêber Apo Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir hêzên komploger ji hebûna Rêber Apo ditirsin û da zanîn berpirsê jiyana Rêber Apo dewleta Tirk û hêzên komploger in.
Aldar Xelîl got ku divê Newroza îsal jî bibe wesîleya rizgarkirina herêmên dagirkirî û diyar kir ewê ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezin bikin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl derbarê îdiayên li ser jiyana Rêber Apo, pîrozbahiyên Newrozê de ji ANHA’yê re axivî.

Aldar Xelîl derbarê îdiayên li ser jiyana Rêber Apo de diyar kir hêzên komploger û dewleta Tirk ji hebûna Rêber Ocalan ditirsin û wiha got,

“Berpirsê jiyana Rêber Ocalan dewleta Tirk û hêzên komploger in. Hebûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd û tevahî gelan çavkaniya hêz û moralê ye. Divê Rêber Apo azad bê berdan.”

Aldar Xelîl: Em ê Newrozê bikin wesîleya rizgarkirina herêmên dagirkirî

Aldar Xelîl bal kişande li ser pîrozbahiyên Newroza îsal jî û diyar kir bi salane gelê Kurd wateya hebûna xwe di Newrozê de dibîne û got,

“Berxwedan her dem bi Newrozê hat nîşandan. Di van salên dawî de jî gel ji bo xwe bigihîne armanca xwe ya azadiyê û bê rawestan têkoşîn kir. Heta niha ev têkoşîn bi ruhê agirê Newrozê berdewam dike.”

Aldar Xelîl destnîşan kir divê Newroz bibe wesîleya rizgarkirina herêmên dagirkirî û wiha dewam kir,

“Em ê têkoşînê berdewam bikin da ku em herêmên xwe rizgar bikin. Em ê Newrozê bikin derfetek ji bo em rêxistin û yekitiya xwe xurtir bikin. Divê em zêdetir bi ruhê agirê Newrozê û berxwedanê pêvajoyê pêşwaziya bikin.”

Aldar Xelîl: Em ê li ser fikirê Rêber Apo şoreşê bi ser bixin

Xelîl bal kişand ser êrişên li dijî herêmê û anî ziman tevî êrişan jî şoreş gav bi gav pêş dikeve û got,

“Em di pêvajoyeke zehmet a şoreşê de ne. Di aliyê ewlekarî, aborî, jiyanî de gelek zehmetî hene. Divê em li ser fikirê Rêber Abdullah Ocalan vê şoreşê bi ser bixin. Heya Rêber Ocalan azad nebe, şoreşa Rojava misoger nabe.”

Aldar Xelîl: li pêş ENKS’ê du rê hene; An wê bên cem me û an wê biçin aliyê din

Aldar Xelîl helwesta ENKS’ê ya derbarê Efrînê û hevkariya wê ya bi Îtilafê re jî nirxand wiha got,

“Helwesta ENKS’ê ne ya welatparêziyê ye. Eniya ku niha bûne endamên wan welatê me dagir kirine, hebûna me li Efrînê tune dikin. Hevalên wan ên îtîlafê dibêjin Efrîn hatiye rizgarkirin, nabêjin hatiye dagirkirin. Divê ENKS nasnameya xwe diyar bike.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo lihevkirina wan bi ENKS`ê re du rê hene û got:

“Gelo wê xwe parçe bikin, wê hinek werin gel me hinek li aliyê din bimînin? Yan wê bên gel me dev ji wan berdin? Yan wê dev ji me berdin biçin aliyê din? Ji bo em lihev bikin du rê hene; An divê em herin cem wan yan jî divê ew werin cem me. Ji bo me Efrîn birîneke kûr e. Tenê ji bo Efrînê ma be jî ne mimkûne ku em bi îtîlafê re li hev bikin.”

Back to top button