ÇALAKGERÊN LI BERLÎN Û STRASBOÛRGÊ ALÎKARIYÊ PÊŞKÊŞ DIKIN

Çalakgerên grevê yên li Berlîna Almanya û Strasboûrga Fransayê piştgirî dan mexdûrên lêhiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê.

Barana ji serê meha Adarê ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rê li ber karesatên mezin vekir.

Kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên lehiyê bi pêşengtiya Heyva Sor a Kurdistanê ve li Ewropayê hatiye destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên grevê yên li Berlîna Almanyayê jî mexdûrên lehiyên li Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehiştine.

Çalakgerên greva birçîbûnê li komeleya NAV-DEM a Berlînê bi rayedarên Heyva Sor û welatparêzan re civiyan.

Berxwedêran 300 Euroyên ku kom kiribûn dan rayedarên Heyva Sor û bang li welatparêzan kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

14 Berxwedêrên grevê yên li Strasborûgê jî duh hezar Û 411 eûro pereyên di nava xwe de berhev kiribûn û radestî heyva sor kirin.

Li ser navê çalakvanan Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û got, ji bo bibin alîkarên mexdûrên lêhiyê ew jî ketine nava hewldanan.

Yuksel Koç bang li hemû gelê Kurd kir ku di nava piştevaniyê de bin.

 

Leave a Reply

Back to top button