Maseyên kirîzê yên rêxistinên Kurdî û Tirkî hatin avakirin

Li Netherlands ango Holanda, rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurdî û Tirkî, ji bo rûbirûbûna vîrûsa Coronayê maseyên krîzê ava kirin.

Maseyên krîzê li bajarên Den Haag, Amsterdam, Rotterdam, Arnhem û Zandamê hatin avakirin.

Li gelek bajarên din jî, komîteyên bi ser van maseyên krîzê ve hatin avakirin.

Maseyên krîzê ragihand, ew amade ne bi Wezareta Tenduristiyê ya Netherland û şaredariyên wê re bixebitin.

Bi rêya van maseyan re, wê civak bi rêk û pêk bê agahdarkirin.

Her wiha ji bo pêwîstiyên bingehîn ên mirovên extiyar jî, komîte hatin avakirin.

Hate ragihandin, ku ji bo civak bi rengekî baş bê agahdarkirin û tedbîr bên girtin, wê bi Komîteya Tenduristiyê ya KCDK-E re karekî koordîneyî bê kirin.

Back to top button