Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina navenda tenduristiyê ya Şedadê, Heyva Sor a Kurd 2 kon ji bo çavdêriya tenduristî vedan.
Hevya Sor, her wiha amûrên pîvana germahiya laş jî danîne van konan.
Endama rêveber a navenda tenduristiyê ya Şedadê Ciwana Elî got:
“Dema nexweşek tê, destpêkê tîmek pispor germahiya laşê kesên serdana navendê dikin, dipîve.
Eger ji kesekî bi guman bû an jî nîşaneyên nexweşiya vîrûsa Corona li cem hebe, ew ê di van konan de wan taqî bikin.”
Ciwana, bang li şêniyan kir ku tedbîrên hişyariyê û biryara qedexekirina derketina derve bi cih bînin