Îmamoglu: Hikumeta Erdogan, tedbîrên xweparastinê asteng dike

Tevî nixumandin û veşartina rastiyê jî, Tirkiyê yek ji welatên ku vîrûsa Corona zêde, lê belav bûye ye.

Ji ber tedbîrên kêm, gelek alî bertek û nerazîbûnan nîşan didin.

Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, diyar kir ku hikumeta Erdogan, xebatên wan ên xweparastinê asteng dike.

Serokê CHP Kemal kiliçdaroglu jî anî ziman ku berî karesetek çêbibe, divê tedbîr werin girtin.

Di demekê de ku bi awayekî zêde Corona li Tirkiyê belav dibe, hîna jî hikumeta AKP’ê vê rastiyê dinuximîne û ji raya giştî vedişêre.

Ev yek jî, tirs û fikarên gelê Tirkiyê zêde dike, nemaze tedbîr û xebatên xweparastina ji vîrûsê li Tirkiyê kêm in.

Der barê mijarê de, Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, diyar kir ku nakokiyên di navbera partiya wî ya muxalif û hikumeta Erdogan de, xebat û tedbîrên wan yên li dijî belavbûna Corona, qels dikin.

Îmamoglu her wiha, hikumeta Erdogan bi astengkirina xebatên xweparastinê tawanbar kir.

Kiliçdaroglu: Berî karesetek çêbibe, tedbîran bigirn

Serokê CHP Kemal kiliçdaroglu jî daxwaz ji Erdogan kir ku bi lez tedbîran bigire, berî karesetek çêbibe.

Kiliçdaroglu bang li hikumeta AKP’ê kir ku alîkariyê bide karkerên ji ber vîrûsê bêkar mane.

Gokçen: Erdogan dewlemendan diparêze û xiznan paşguh dike

Girêdayî heman mijarê, Cîgira serokê CHP’ê Gokçe Gokçen jî, bi awayekî tund tedbîrên xweparastinê yên hikumeta Erdogan girtine, rexne kir.

Gokçen got:

Me gelek daxwaz ji hikumetê kirin, da rê li ber vîrûsê were girtin, lê ev yek wê çawa pêk were û welatî neçarin ku rojane biçin kar û debara xwe bikin.

Vîrûsa ku li tevahî cîhanê belav bûye, li Tirkiyê jî bi lez belav dibe, ku heya niha 18 hezar û 135 kes pê ketine û li gorî danayên hikumetê 356 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button