Çiyakurd: Dewleta Tirk li pişt êrîşên tundrew e

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd diyar kir ku li pişt hemû êrîşên tundrew, dewleta Tirk heye. Çiyakurd da zanîn ku divê Ewropa li hember dewleta Tirk bisekine û tedbîrên ku rola wê qels û sînordar dike, bigire.

Bi awayekî yekser û neyekser dewleta Tirk li paş hemû êrîşên terorîst li cîhanê ye..

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd, bi van gotinan, bûyerên vê dawiyê li Ewropayê rû dane şirove kir.

Çiyakurd da zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û welatên Ewropayê li hember yek terorê ku li pişt van hemû gefan jî bi awayekî yekser û neyekser dewleta Tirk heye.

Çiyakurd dibîne ku “Erdogan, ji bo firşarên Ewropa yên li dijî xwe sivik bike, êrîşên terorîst bi awayekî berfireh li wir zêde dike”.

Çiyakurd, rûdana êrîşên li Ewropayê, weke plangeriya terorê ya armancgirtina tecrûbeya ilmanî û demokrasî li cîhan û herêmê bi nav kir.

Li gorî Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser, divê cîhan der barê tundrewiyê de nêrînên xwe ji nû ve dabîn bike.

Çiyakurd got:

“Îro jî em û Ewropa bi bijaredeyên li hember tundraw û terorê ne, ji ber êrîş û piştevanî heman in.

Li hember van pêşdeçûnan, divê cîhan ji nû ve li gelek mijaran vegere, jê jî mekanzîmaya li dijî tendrewiyê.

Ew jî sînordarkirina rola rejîm û dewletên ku piştevaniya tundraw û terorê dikin û pê gefan li cîhanê dixwin”.

Çiyakurd: Divê Ewropa li hember dewleta Tirk raweste

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku divê welatên Ewropayê li hember dewleta Tirk bisekine û tedbîrin ku rola wê qels û sînordar dike, bigirin.

Çiyakurd teqez kir ku bi van tedbîran wê cîhan garantiya sînordarkirina pêşdeçûna çalakiyên şaneyên veşartî yên terorîst bike û hewldanên derbekirina ewlehiya li Rojhilata Navîn û Ewropya têk bibe.

Back to top button