Artêşa Niştimanî ya Lîbî: Êrîşa çeteyên Sûrî têk çû, serçeteyek jî hat kuştin

Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê derbên giran çeteyên dewleta Tirk yên Lîbyayê dixe. Xelîfe hefter ragihand ku li rojhilatê Trablusê hêzêwan serçeteyek kuştine.

Endamê Ofîsa Ragihandina Hêza Acdabiyayê ya artêşa Lîbî, Eqêl El-Sabêr di daxuyaniyeke çapmeniyê de ragihand ku di encma êrişekî wan de serçeteyek dewleta tirk hate kuştin.

Her wiha 3 leşkerê hêza Acdabiyayê jî birîndar bûn e.

Tevî ku her du aliyên kirîza Lîbî, Artêşa Niştimanî ya Lîbî û Hikumeta Wîfeaqê ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsa Coronayê agirbest ragihandibûn, lê şer û pevçûn hîn jî didome.

Artêşa Lîbî ya Niştimanî ya ku hewl dide Terablûsê bixîn bin serweriya xwe, serokkomarê Tirkiyê Erdogan di şandina çeteyên Sûrî bo Lîbiyayê, sûcdar dike.

Back to top button