Li Başûrê Kurdistanê 6 kesên din bi vîrûsê ketin

Vîrûsa corona li 4 beşên Kurdistanê jî belav dibe û rewşên nû yên vîrûsê derdikevin. Li Mêrdînê 4 kes bi vîrûsê mirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî îro biryareke nû ya qedexeya derketina derve dest pê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku, li Herêmê 6 kesên din bi vîrûsê ketine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li Helepçeyê 3, li Hwelêrê 2 û li Silêmaniyê jî kesek bi vîrûsê ketiye.

Bi vê yekê jimara nexweşên corona li Başûrê Kurdistanê dibe 214 kes, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 68 kes jî bi temamî ji vîrûsê rehet bûne.

Li Başûrê Kurdistanê heta 48 saetan, rewşeke nû ya qedexeyê hat ragihandin

Şevê din jî Wezareta Navxweyî ya Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsê û zêdebûna rêjeya kesên nexweş, biryareke nû derxist û ragihand ku, heta 48 saetan, dikan û nanpêjxane jî di nav de, nabe ti ciheke bazirganî vebe û nabe kes ne bi meşê ne jî bi erebeyan, derkeve derve.

Li Mêrdînê 4 kes bi vîrûsê mirin

Li Bakurê Kurdistanê li bakar Mêrdînê jî 4 kes ji ber vîrûsa coronayê mirin.

Her wiha Pijîşkê Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî, da xuyakirin ku, her du nexweşiyên henase û hîpertansiyonê bi Demîrtaş re hene û di van mercan de, li zîndanê jiyana wî di metirsiyê de ye.

Parêzerên Demîrtaş jî serî li Serdozgeriya Enqereyê dan û daxwaza azadkirina wî kir.

Li gorî Wezû Tenduristiya Tirkiyê Fahretîn Koca, heta niha 20 hezar û 921 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 425 kes mirine.

Li Rojhilatê Kurdistanê, di nava 24 saetan de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber vîrûsa coronayê, di nava 24 saetan de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê heta niha, 2 hezar û 762 kes bi vîrusa coronayê ketine û jimara qurbanan gihîştiye 269 kesan.

Back to top button