”Çi dibe bila bibe, em tu carî dest ji xaka xwe bernadin”

Welatiyê bi navê Ebdullah Mihemed ku ji Girê Spî koçber bûye û welatiya ji Eyn Îsa Şêrîn Ebûd derbarê êrişên li ser herêmê de dibêjin, ev êriş tu carî wan lawaz nake û dê heya dawiyê li ber xwe bidin.

Ebdullah Mihemed diyar kir armanc ji êrişên dewleta Tirk ew e ku aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe û wiha got:

“Dewleta Tirk û hevkarên xwe dixwazin li herêmê fitneyan derxin.

Dewleta Tirk ji bo destekê bide çeteyan li Dêra Zorê li seranserî sînor êrişên xwe dijwar kiriye.

Bila dewleta Tirk bizanibe ku em tu carî dest ji xaka xwe bernadin û berdêl çi be jî em ê bidin û xaka xwe biparêzin.”

Yek ji welatiyên Eyn Îsayê Şêrîn Ebûd jî ev tişt got:

“Nakokiyên ku li Dêra Zorê derdikevin yek ji lîstokên dewleta Tirk in.

Em ê heya dawiyê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Back to top button