Komkara Erebî bertek nîşanî dagirkeriya dewleta tirk ya li iraqê da

Encûmena Komkara Erebî di civîna li Misirê hate lidarxistin de bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk ya li Iraqê da.

Encûmena Komkara Erebî bi beşdariya wezîrên karên derve yên welatên Ereb 60. civîna xwe li paytexta Misrê Qahireyê lidar xist.

Di civînê de li ser mijarên girêdayî welatên Ereb û Rojhilata Navîn hate gotûbêjkirin.

Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate weşandin.

Di daxuyaniyê de qala helwesta yekgirtî ya welatên Ereb li dijî binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk hate kirin.

Encûmena Komkara Erebî bi taybetî bertek nîşanî dagirkeriyên dewleta Tirk ya li Iraqê da.

Back to top button