Hûnermendên Kurd: Wezareta Peşmerge soz da me dê tevî şerî navxweyî nebin-HAT NÛKIRIN

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê û xebatên ji bo pêşî girtina şerê navxweyî jî zêde dibin.
Derbarê hewldanên PDK’ê yên şerê li dijî gerîla şandeyek ji hunermendên Kurd bi wezareta Pêşmergeyan re civiyan û ji wan xwestin ku di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer de rû nede.
Hunermend Diyar Dersîm ku di nava şandeyê de bû eşkere kir “Wezareta Pêşmerge soz da ku ewê li dijî gerîla şernekin.”

Li başûrê kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde dibin. Li aliyê jî xebatên ji bo pêşî girtina şerê navxweyî ku PDK hewl dide derxîne dewam dikin.

Şandeyek ji hunermendên Kurdistanê sedana Başûrê Kurdistanê kirin û li Hewlêrê bi Wezareta Pêşmerge re civiyan.

Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û têde hunermend Şivan Pewer axivî.

Şivan Pewer anî ziman ku wan ji wezarta Pêşmergeyan xwestiye ku rê nedin derketina şerekî navxweyî.

Hunermend Diyar Dersîm jî diyar kir ku wezaretê soza da ku ew ê şerê Gerîla nekin.

 

”Dewleta Tirk dixwaze bi şerê birakujiyê Kurdan tune bike”

Endama Desteya Rêvebir a KNK’ê Ebîr diyar kir ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e û got,

”Dewleta Tirk dixwaze bi şerê birakujiyê kurdan tune bike.

Lê belê li dijî vî şerî yekîtî armanca herî girîng e”.

Ebîr Hesaf di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelan kir ku li hemberî dagirkeriyê rabin ser piyan.

”Divê her kes li dijî van êrîşa xwedî helwest bin, nerazîbûnên xwe bînin ziman û têkoşîna xwe bilind bikin”.

”Pêwîste em dûrî şerê navxweyî bibin”

Nivîskar Îbrahîm Hacî Zelmî, jî li ser hewildan û provakasyonên ji bo derxistina şerê navxweyî axivî.

Îbrahîm Hacî da zanîn ku her hewildanek ji bo derxistina şerê navxweyî metirsiyek mezin dixe ser civakê bi giştî û got,

”Ji ber vê jî pêwîste ku em dûrî şerê navxweyî bibin”.

Îbrahîm Hacî bang li gelê Kurd kir ku nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriyê û hewildanên derxistina şerê navxweyî nîşan bidin.

Back to top button