Salvegera 75. a damezrandina Komara Kurdistanê

Ezmûna damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê, yek ji pêvajoyên birûmet ên dîroka têkoşîna rizgarî û azadiya gelê Kurd e. Her çendî di encama xiyaneta derve û navxweyî de Qazî Mihemed negîhiştibe armancên xwe, lê tovê azadiya ku Qazî Mihemed çandibû, îro li Rojavayê Kurdistanê aj dide.

Kurdistan, 22’yê Çileya 1946’an, li Meydana Çarçira ya bajarê Mahabadê, weke komar hat damezrandin.

Ev yek bi pêşengiya nemir “Qazî Mihemed” hat avakirin.

Di avakirina Komarê de, li gel Qazî Mihemmed 13 wezîran cihê xwe girt.

Di bin banê wê de, xebatên parastinê hatin kirin û artêş saz bû.

Wezîrên Komara Kurdistanê piştî demekê, destûra bingehîn eşkere kir û di nava demeke kurt de, li Mahabadê hîmê wê hat xurtkirin.

Komara Kurdistanê di qada rewşenbîrî, siyaset û civakî de, bû navendeke giring.

Di hêla çandî û zanistî de geşedanên mezin pêk hatin, pir rojname û kovar hatin çapkirin, weşanxane hatin avakirin û Çapxaneya Kurdistanê jî yek ji wan bû.

Dezgeha radyo û sînemaya gerok jî hatin avakirin û sirûda neteweyî ya komarê hate nivîsîn.

Beşdariya jinan bihêz bû, cara pêşîn yekîtiya jinan li Komara Kurdistanê hate damezirandin.

Dibistan hatin vekirin û zimanê Kurdî bû zimanî fermî.

Lê di nava van gavên girîng de, 4’ê Nîsana 1946’an, Yekîtiya Sovyetê li beramberê petrola Îranê, bi wê ya dawî re li dijî Kurdan li hev kir.

Bi vê lihevkirinê re, di Gulana sala 1946’an de dest bi vekişîna hêzên xwe kir û Kurd li pêşberî hêzên Îranê bi tenê hiştin.

Gelê Kurd careke din bû qurbana berjewendiyên navdewletî.

Li pêşiya Qazî mihemed du rê mabûn, yan wê radest bûbûya, yan jî wê li ber xwe bidaya.

Serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û çend rêberan biryara berxwedanê da û xwest li dijî hêzên Îranê şer bikin, lê hin serokê weke Mistefa Barzanî tevî 11 hezar peşmergeyî radestbûn bijart û berê xwe dan Rûsyayê.

Di encama xiyaneta derve û navxweyî de, Îran komkujî li Mahabadê pêk anî û 17’ê Çileya 1947’an dawiya komarê hat.

Lê wekî Rêber Ocalan jî dibêje Komara Kurdistanê ya Mehabadê; ezmûneke dîrokî ya rûmet û şerefê ye.

Li ser esasê vê dîroka bi şeref, îro neviyên Qazî Mihemedan, li Rojavayê Kurdistanê di dîroka damezrandina Komara Mahabadê de, Rêveberiya Xweser ragihand.

Bi hêza xwe ya cewherî bêyî ku bişta xwe bidin hêzên derve, bi wî rihê ku di Mihabadê de hatiye çandin, îro pergalek ku bûye hêviya mirovahiyê, ava kir.

Back to top button