Farûq El-Maşî: Dewleta Tirk ji bilî wêraniyê ji gelên Sûriyê re neaniye

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî rê dayê Tirkiyê ku asta berjewendiyên xwe li herêmê fireh bike. 

Farûq El-Maşî piştrast kir ku dewleta Tirk ji bilî wêranî û talaniyê ti tişt ji gelên Sûriyê re nanîye.

El-Maşî diyar kir ku dewleta Tirk hîna jî bi rêya çeteyên xwe tevahiya cureyên sûcan ji kuştinê bigire heta bi revandin û destavêtinê, pêk tîne.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî bêdengiya navneteweyî bi tundî şermezar kir û daxuyand ku QSD’ê di dema ku cîhanê nikarî terora DAIŞ’ê tune bikira, wê herêm rizgar kir û hîna berxwedanê dike da ku herêmên din jî rizgar bike.

Back to top button