DAIŞ berpirsyariya herdu teqînên li Bexdayê digire ser xwe

DAIŞ’ê her du êrîşên xwekuj ên duh li Bexdayê pêk hatibûn, girtin ser xwe.

DAIŞ’ê bi rêya ajansa xwe ya nûçeyan “Amaq”, berpirsyariya xwe ya her du êrîşên xwekuj ên li Bexdayê ku tê de 32 kes hatibûn kuştin û nêzî 110 kesan jî birîndar bûbûn, ragihand.

Wezareta Hindirîn a Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li bazara Bale ya li qada Teyeran a li nîva Bexdayê, kesekî idia kir ku ew nexweş e û dema xelk lê kom bûn, xwe teqand.

Li gorî daxuyaniyê, piştî teqîna yekem, dema xelk ji bo rakirina birîndaran kom bûn, kesekî din jî xwe teqand.

Beriya 3 salan li heman deverê, teqînek xwekuj pêk hatibû û di encamê de 31 kes hatibûn kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 3 salan ve, ev yekemîn teqîna xwekuj ku li Bexdayê rû dide ye.

Back to top button