Li bejahiya Reqayê, di encama êrîşekê de, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh kesine nenas êrîşî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li bejahiya El-Resafa ya başûrê Reqayê kir û di encamê de, 2 leşker hatin kuştin.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku, tê texmînkirin êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibe kirin.
Li gorî bîlançoya Çavdêriya Sûrî, ji sala 2019 û heta niha jimara leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên ku li sêgoşeya Çolistana Sûriyê hatine kuştin, gihaştiye hezar û 207 leşkerî.