Berxwedana girtiyên siyasî 57 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê, ket roja 57’an.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan hatiye destpêkirin, di roja 57’an ji hêla koma 12’an ve, berdewam e.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, bi heman armancê çalakî ev 36 roj in li dar e.

Welatiyên li kempa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê, di roja 19’an de, dewam dike.

Back to top button