HPG: Di 3 rojên dawî de 16 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftenînê li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk berxwedanake dîrokî nîşan didin.

Li gelek deverên Heftenînê şerekî giran heye û artêşa dagirker li ber derbên giran yên gerîlayan windahiyên mezin dide.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 3 rojên dawî yên berxwedana Heftenînê de 16 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Ji 16’ê Hezîranê de artêşa Tirk ya dagirker tevî bi hezaran leşker, balafirên şer û helîkopteran êrîşî herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Gerîla jî bi çalakiyên bi bandor bersivên tund didin êrîşan û derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê li dijî dagirkeriyê pêk anîn daxuyaniyek weşand.

HPG’ê destnîşan kir ku li dijî êrişa artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Heftanînê dimeşîne, berxwedana dîrokî ya gerîla dewam dike.

HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin û ev agahî hatin parvekirin;

“10 û 11’ê Tîrmehê hêzên me yên YJA Starê li Girê Şehîd Cûdî yê qada Şeşdarayê, çalakiyên sûîqestê li dijî dagirkeran li dar xistin. Di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

11’ê Tîrmehê hêzên me li dijî leşkerên li Girê Şehîd Berxwedan yê Xantûrê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

12’ê Tîrmehê (îro) serê sibehê li mintiqeya Dola Beraza ya qada Xantûrê li dijî dagirkerên ku hewl didan ji bejahî ve bi pêş ve biçin, hêzên me ji sê baskan ve ji nêz ve lê dan. Li gorî agahiyên hatin wergirtin 13 leşkerên dijmin hatin kuştin. Şerê li herêmê hîn jî dewam dike.”

HPG’ê ragihand ku 25’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li sêgoşeya navçeyen Elbak-Saray-Payîzava yên Wanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Ev operasyon 30’ê Hezîranê bêencam bi dawî bû.

Back to top button