Partiya Yekîtiya Suryan: Tirkiye bi lihevkirina Şamê êriş dike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Suryan Îshaq Cendo li ser êrişên dewleta Tirk axivî. Îshaq Cendo got: “Bi lihevkirina hikumeta Şamê ya ku dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, dewleta Tirk êriş herêmê dike.”

Îshaq Cendo êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de şerê Rêveberiya Xweser bike.

Dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe û gel neçar bike ku koçber bibe.”

Cendo bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan jî wiha nirxand:

“Helwesta hikumeta Şamê ji destpêka aloziyê ve qels e.

Êrişên dawîn ên li dijî herêmê bi lihevkirina hikumeta Şamê ne ku dixwaze projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe.

Emê jî bi hevgirtina xwe planên dagirkeran têk bibin.”

Bi daxuyaniyên cuda êrişên Tirkiyên ên hovane hatin şermezarkirin

Back to top button