Pêşmergeyên Dêrîn: Komploya 15’ê Sibatê bê bandor bû

Pêşmergeyên Dêrîn ên Ranya diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Apo nekarî bighîje encamên xwe û fikrê rêber Apo li cîhanê belav bû. Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî diyar kir ku di şexsê Rêber Apo de civaka bindest hedef hate girtin.

Salvegera Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan nêz dibe.

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Kutik diyar kir ku bi dîlgirtina Rêber Ocalan re gele hat dîlgirtin û got: “Dixwestin fikrekê tine bikin û pêşiya rojê bigirin.

Lê di vê yekê de şikestin, ji ber ku Rêber Apo tenê bi fizîkî di girtîgehê de ye.

Fikir û hêza Rêber Apo roj bi roj mezin dibe û belav dibe.”

Pêşmergê Dêrîn ê bi navê Şivan jî anî ziman ku di van salan de fikra Rêber Apo li cîhanê hate naskirin û komplo bê bandor bû.

Pêşmergê Dêrîn Şivan bang li herkesî bi taybet jî li kurdan kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî li ser hedef û armancên komployê axivî.

Neam Bedel: Komploya û êrişên li dijî Êzidyan ji hev ne qutin

“Rast e, Serokatî hate girtin, lê dixwestin gelan bindest bikin.

Hedef û armanca wan tinekirina gelên bindest bû.”

Neam Bedel diyar kir ku di fermana 2014’an dema xiyanet li civaka Êzidî hate kirin, şagirtên Ocalan ji çiyayên Kurdistanê hatin bi hawara Êzidiyan ve.

Neam Bedel: Di 15’ê Sibatê de tevlî meş û çalakiyan bibin

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel di dawiya axaftina xwe de bang li civaka Êzidî kir ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe geş bikin.

Back to top button