Komkirina alîkariyan li Başûrê Kurdistanê berdewame

Komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê li Başûrê Kurdistanê berdewame. Hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo hevkariyê daxwaza yekgirtinê li gelê Kurd kirin. Alîkariya li navçeya Kifrî ya Germiyan radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin. Her wiha li gelek bajar û bajarokan hêjî komkirina alîkariyê berdewame.

Bangên ji bo komkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re li Başûrê kurdistanê berdewam dike..

Li ser vî esasî li gelek bajar û bajarokan kampanya hatine destpêkirin.

Welatiyên Germiyanê : Divê di nav gelê Kurd de hevgirtin zêdetir bibe

Yek ji devera ku kampaniya lê hatiye despêkirin bajarê Ranya ye.

Li wir welatiyan banga hevgirtin û yekitiya gel û aliyên siyasî kirin.

Hêzên siyasî yên Başûr ji bo alîkariya bi Bakur û Rojava re banga kirin

Her wiha hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo hevkariya ji bo mexdûrên erdhejê, daxwaza yekgirtinê li gelê Kurd kirin.

Endama Polîtburoya Hizba Komunîsta Kurdistanê Heja Silêman derbarê kampanyan de axivî û ev yek anî ziman: “Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê piştî vê karasatê rewşa Kurdan gelek xerabe.

Pêwîste tevahiya gelê Kurd li gel aliyên berpirs hevkariya Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bikin.

Alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê.”

Berpirsê Meclîsa Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm jî got: “Ev karasata ku rû daye, li ser tevahiya gelê Kurd ve hatiye.

Hemû hêz bi yekgirtinê dikarin alîkariyê bigihînin mexdûran.”

Alîkariya li Kifrî hat komkirin radestî Heyva Sor a Kurd hat kirin

Li navçeya Kifrî ya Germiyan jî bi heman awayî Alîkari ji bo mexdûran hate komkirin.

Yek ji organîzetorên kampanyayê Selah Mihemed ragihand ku ji bo destek bigihê mexdûrên erdhejê, alîkariya hatî komkirin radestî Heyva Sor a Kurd hat kirin.

Li Çemçemal komkirina alîkariyan berdewame

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî komkirina alîkariyê ji bo mexdûran berdewam dike.

Seroka Rêxistina Sayî Hejaran Nesrîn Letîfe diyar kir ku ev 5 roj in alîkariyê kom dikin û wê kampanya wan 8 rojan berdewam bike.

Li aliyê din, bi heman babetê li bajarokê Kelar ê îdareya Germiyanê 6 roj bûn kampanyaya ji bo alîkariyê destpêkiriye.

Alîkariya li Germiyanê hatî komkirin wê ji bo Rojava bê şandin

Berpirsê Beşa Mirovî ya Îdareya Germiyan Bêstûn Jaleyî diyarkir ku wê alîkariyên kombûne ji bo Rojavayê Kurdistanê bê şandin.

Back to top button