TEV-DEMʹê dibêje Felsefeya Rêber Apo ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye û bêyî wî çareserî ne pêkan e.
Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da.
TEV-DEMʹê komplo şermezar kir û anî ziman ku rêber Apo nûnertiya îradeya gelan û civakên bindest dike.
Her wiha daxuyand ku berxwedana dîrokî ya Rêbertî ya li Îmraliyê bendên komployê şikand.
TEV-DEM’ê îşaret bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê kirin û ev tiş anî ziman:
“Dewleta Tirk cezayên giran, tecrîd û îşkenceya dirûnî li dijî Rêbertî li Îmraliyê pêk tîne.
Tu girêdana van cezayan bi qanûnên hiqûqî re tune ye.
Neqebûlkirina mafê hêviyê û redkirina daxwazên hevdîtinên malbat û parêzeran kiryarên siyasî yên bi sûc in.
Û li dijî tevahî peymanên mafên mirovan in.”
TEV-DEMʹê dibêje Felsefeya Rêber Apo ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye û bêyî wî çareserî ne pêkan e.
Di dawiyê de, TEV-DEM’ê bang geşkirina têkoşînê ji bo parastina nirxên Rêber Apo kir