Paytexta Komara Çekya Pragê êrîşê çekdarî pêk hat

Li Zanîngeha Karlova ya paytexta Komara Çekya Pragê di encama gulebarana êrîşkaran de herî kêm 15 kes mirin.
Midûrê Emniyetê diyar kir ku li gorî daneyên ku hîna nehatine piştrastkirin, hatiye tespîtkirin ku êrîşkar xwe kuştiye.
Wezîrê Karên Hundir ê Çekyayê Vît Rakusan diyar kir ku ti nîşaneke ku êrîşeke terorîstî ye tune ye.

Li Zanîngeha Karlova ya paytexta Komara Çekya Pragê di encama gulebarana êrîşkaran de herî kêm 15 kes mirin.

Şefê polîsan Martin Vondrasek di civîna çapemeniyê de got:

“Di êrîşê de herî kêm 15 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.”

Vondrasek diyar kir ku êrîşkarê ku bavê wî li gundê Hostoun ê li rojavayê Pragê mirî hat dîtin, beriya ku êrîş pêk were ji aliyê polîsan ve lêgerîn hatiye kirin.

Midûrê Emniyetê anî ziman êrîşkar “bi mebesta întîharê çûye Pragê.”

Di êrîşê de 15 kes mirin

Vondrasek diyar kir ku li Fakulteya Wêjeyê lêgerîn hat kirin û bi hêviya ku êrîşkar were dersê, êrîşkar li şûna vê avahiyê çûye avahiyeke din a li der û dorê û ji ber vê yekê jî polîs nikarin wî bibînin. .

Midûrê Emniyetê diyar kir ku li gorî daneyên ku hîna nehatine piştrastkirin, hatiye tespîtkirin ku êrîşkar xwe kuştiye û got:

“Ti nîşaneke ku îspat bike ku xeterî zêdetir e niha tune ye.”

Rayedarên Çekyayê ku beriya Vondrasek daxuyanî dan, diyar kirin ku êrîşkar hatiye bêbandorkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Çekyayê Vît Rakusan diyar kir ku ti nîşaneke ku êrîşeke terorîstî ye tune ye.

Rakusan her wiha diyar kir ku li cihê tawanê şopa êrîşkarekî tenê hatiye dîtin.

Êrîş li nêzî Pira Charles ku yek ji herêmên herî geştyarî ya Pragê ye, pêk hat.

Back to top button