Dêrazor-1’mîn Konferansa Yekîtiya Bijîşkan hat li darxistin

1’emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê li dar ket, hevseroketiya yekitiyê û nûnerên meclisa rêveberiyê hatin hilbijartin.

Konferans bi dirûşma “Tenduristiya baş garantiya rast a civakek saxlem e” bi bi beşdariya bi dehan bijîşk, nûnerên saziyên civaka sivîl, komîteyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Muna El-Hemadî geşedanên siyasî yên Sûriyê û Rojhilata Navîn nirxand.

Beşdaran jî têkildarî rewşa siyasî nêrînên xwe parve kirin.

Piştre rêziknameya Yekitiya Bijîşkan hat xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin.

Dawiyê beşdaran 9 nûnerên Meclisa Rêveberiyê ya Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hilbijartin ku 2 ji wan bijîşk, Selwa El-Afis û bijîşk Tariq El-Hîcî bûn hevserokên yekitiyê.

Back to top button