NY: Cîhan piştgiriyê nade jinan

Şaxa Jinan a Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de ragihand ku ji têkoşîna li hemberî hejariyê heta perwerdehiyê, ji temsîla siyasî heta firsenên dîrokî dinya piştgiriyê nade jin û zarokên keç.

Neteweyên Yekbûyî di raporê de li ser 17 Armancên Pêşveçûnê yên Domdar tê sekinî û got:

Neteweyên Yekbûyî biryara ku di sala 2015’an de derixistiye ku heta 2030 armanc dike ku pêşerojek baş ji bo jinan ava bike.

Di van biryaran de yek tundiya li ser jinan, zewicandina bi darê zorê û sinnetê ji holê rake.

Karên malê bi hevkarî were kirin û bidestxistina tenduristiya zayendî were mîsogerkirin.

Her sal 245 milyon jin ji aliyê hevjînên xwe ve rastî şîddeta fîzîkî tên.

Jin her roj ji mêran 2,8 saet zêdetir karên malê dike û di parlementoyê de rêjeya jinan jî ji sedî 26,7 e.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî wê di sala 2030’an de 575 milyon kes di nav hejariyeke mezin de bijî û ji sedî 60’ê vê rêjeyê wê jin be; ev jî tê wateya ku li temamî dinyayê ji deh jinan, jinek wê di nav hejariyê de bijî.

Back to top button