Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê peyama Newrozê ji hêzên gerîla re şand û destnîşan kir ku bi rihê berxwedana Garê û berxwedana newrozê ewê heftyeya qehremanî pêşwazî bikin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê cejna Newrozê li gerîlayan hemûyan pîroz kir.
Navendê di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de hemû şehîdên azadiyê bibîranî û got:
“Em ê bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiya Kurdistan de, di geş kirina agirê Newrozê de bidin jiyankirin.”
Navendê balkişand li ser wateya newrozê û dazanîn ku newroz roja serhildanê ye, roja berxwedanê ye roja destpêka serfetina tevgera Medya ye û da zanîn divê Newroz hertim bi vê rihê were pêşwazîkirin,
NPG’ê berxwedana Mazlûm Doxan a zîndana Amedê bibîrxist û dazanîn ku Mazlum Doxan roja newrozê kela zilmê, zîndana Amedê vegûherand keleha berxwedanê û wisa Mazlum bu Kawayê hemdem.
Hefteya qehremaniyê wê li gorî kevneşopiya xwe bê pêşwazîkirin
NPG’ê diyar kir ku 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê di şexsê Mazlûm Dogan û Fermandar Egîd de, wê weke hefteya qehremaniyê, li gorî kevneşopiya xwe bê pêşwazîkirin.
Konsepta dijmin a tinekirinê bi bin ket
NPG’ê diyar kir ku bi berxwedan Garê, bi berxwedana Rojava, Başûr, Şengal û Bakur konsepta dijmin a tinekirinê bi bin ket.
NPG’ê balkişand li ser şêwazê bexwedan garê ya ku di şexsê fermandar Şoreş Beytuşebab de û got:
Rihê Şoreşan rûhê Kawayê Hemdem Mazlûm Doganan e. Di şexsê xwe de wê mirov çawa liberxwe bide û zaferê misoger bike ji bo vê nimûneyeke nû û zindî avakirin.
NPG’ê daxuyakirin ku çawa hêzên rizgariyê forsa dijmin li garê şikandin wê bi vê rihê Garê hefteya qeyramaniyê bikin bingeha pêngavek dîrokî.