Nayif Hesen: Revandina nûneran xizmeta dijminê Kurdan dike

Nayif Hesen ku meha Gulana derbasbuyî ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin, revandina nûnerên Rêveberiya Xweser şermezar kir. Hesen diyar kir ku revandina nûnerên Rêveberiya Xweser tenê xizmeta dijminê gelê Kurd dike.

37 roj in ku nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên PYD’ê ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.

Heta niha jî ti agahî ji wan nehatiye girtin û çarenûsa wan ne diyare.

Beriya niha Nayif Hesen ê ji Dêrikê ku bavê şehîdekî YPG’ê ye ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin.

Nayif Hesen ê ku bi tawana di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar dike û kurekî wê şehîde hatibû girtin li ser mijarê axivî.

Nayif Hesen anî ziman ku di vê demê de revandina nûnerên Rêveberiya Xweser xizmeta doza kurd neke bervajî tenê xizmeta dijminê Kurdan dike.

Nayif Hesen revandina nûneran şermezar kir û destnîşan kir ku PDK bi van kiryarên xwe xizmeta dewleta Tirk dike.

Nayif Hesen behsa dema revandina xwe ji aliyê PDK’ê ve jî kir û wiha axaftina xwe dewam kir.

Nayif Hesen hêvî kir ku ev kiryaran bên rawestandin û pirsgirêk bi danûstandinan bên çareserkirin.

Back to top button