Faysal Sariyildiz: Heta tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk li Tirkiyê çareser nabe

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz, anî ziman ku ji 2014’an ve ji roja “Plana Rûxandinê” hatiye pêkanîn heya niha û ji roja tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin, Tirkiye di nava pêvajoyeke tarî de ye.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz derbarê tecrîda Îmraliyê û bandorên wê de nirxandin kir.

Faysal Sariyildiz diyar kir ku piştî ku pêvajoya di navbera 2013-2015’an de ji aliyê desthilatê ve hat xerakirin, li Tirkiyê krîzên piralî dest pêkiriye û ev nirxandin kir:

“Fikrên Birêz Abdullah Ocalan xwe di jiyana civakî de dane der û hêvîyên xurt ava kir.

Pirsgirêkên bingehîn ên welêt heta ku tecrîd bi dawî nebe çareser nabe.”

“Li hemberî gelê Kurd sûcên mirovahiyê tên kirin”

Faysal Sariyildiz anî ziman ku pêvajoya navborî ji aliyê desthilatê ve hatiye binpêkirin û got:

“Niha Erdogan bûye dîktator û rejîmeke faşîst çêbû.

Di 8 salên dawî de li dijî gelê kurd bi fermana Erdogan êrişên di çarçoveya sûcên li hemberî mirovahiyê hatin kirin û berdewam dikin.

Piştî 2015’an “Plana Têkbirinê” dest pê kir û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan girantir kirin.

Gava pêwendiya bi birêz Ocalan re hat qutkirin, pêvajoyeke şidetê dest pê kir.”

“Heta pergala Tirkiyê negûhere pirsgirêka Kurd çareser nabe”

Sariyildiz destnîşan kir ku piştî vê pêvajoya 8 salan dewlet qels bûye û di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibe û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Dorpêçkirina birêz Ocalan girêdayî neçareserkirina meseleya kurd e.

Çareserkirina meseleya kurd tenê ne çareserkirina gelekî ye.

Di heman demê de li Tirkiyê tê wateya guherandina pergalekê.”

Faysal Sariyildiz: Birêz Abdullah Ocalan vîna me hemûyan e

Faysal Sariyildiz li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bang gelê kurd û azadîxwazan kir û got:

“Divê her kes azadiya Birêz Abdullah Ocalan wekî azadiya xwe bihesibîne.

Ji lew re pêvajoya li dû me mayî, ev tişt fêrî me kir.

Ew tenê ne kesek e, ew vîna me ya kolektîf e; vîna me hemûyan e.

Lewma doza ji bo azadiya birêz Ocalan, di heman demê de azadiya ji bo gelê kurd e jî.”

Back to top button