Cenazeyê Denîz Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê Denîz Bulbun ê di êrişa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê ya di 18’ê îlonê de li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe hate şehîdxistin, tevî hemû astengiyan jî li bajarê xwe navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin.

Cenazeyê Nûnerê KNK’ê Denîz Bulbun ê li Hewlêrê hate şehîdxistin, tevî astengiyên dewleta tirk a dagirker di saetê êvarê de gihîşt navçeya Gever a Colemêrgê .

Cenazeyê Bulbun ê li gundê Dêlezeyê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” birin gundê Dêlezeyê.

Endam û rêveberên partiyên siyasî jî di nav de bi hezaran kes tev li merasîma cenaze ya Bulbun bûn.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Kurdan dest ji berxwedanê bernedan

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li ser gora Bulbun axivî û got:

“Hemû canên ku me ji dest dane, nirxên gelê kurd û têkoşîna wan e.

Nirxên ku hemû xwedîderketinê heq dikin ev in.

Têkoşîneke ku bi sedsalane ji aliyê gelê kurd ve tê meşandin heye.

Ev têkoşîn mixabin hem li Tirkiyeyê hem jî li her qada ku kurd lê dijîn li Rojhilata Navîn rastî êrîşan tên.

“PDK’ê û malbata Barzanî hevkarê vê cînayetê ne”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku kurdên ji ber zexta dagirkeriya Tirkiyê diçin Başûrê Kurdistanê , lê li wir jî ji ber hevkariya PDK’ê tên şehîdxistin .

Ûçar bang li PDK’ê kir ku faîlê êrişê eşkere bike û ev nirxandin kir:

“Nûnertiya KNK’ê li cihekî ku 7 roj 24 saetan di bin kontrola Asayîşê de ye, çawa ev cinayet tê kirin?

Çawa xeberê we jê çênebû? Çawa çêbû ku têkildarî vê bûyerê we nekarî gotinekê jî bêjin?

Heta ku faîl neyên aşkere kirin, hêzên li pişt wan neyên aşkerekirin, PDK û Malbata Barzanî hevkarê vê cinayetê ne.”

Malbatê cenazeyê şehîd Denîz Cewdet Bulbun wergirt

Back to top button