Li Berlînê pêşangeha Dilê Rojhilat hat vekirin

Li paytexta Almanya Berlînê pêşangeha bi navê “Dilê Rojhilat” ku pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê nîşan dide hat vekirin û dê heta 1’ê Çileya 2024’an li Zitadelle Spandau vekirî be.

Pêşengeh bi alîkariya Buroya Aştiyê ya Jinê ya Cenî, Hînbûn û Akademiya Êzidî ve hat vekirin.

Di pêşangehê de wêne û modelên ku bawerî û çanda Kurdî ya li Kurdistanê,wêneyên komkujiya kurdistanê; Ermenistanê nîşan didin hat vekirin.

Welatiyên Alman û Kurdistanî jî eleqeyeke mezin nîşanî vekirina pêşengehê dan.

Di vekirina pêşangehê de Dr. Thomas Kramer ji ber eleqeya mêvanan spasiya wan kir û got:

“Me di vê pêşangehê de kompozîsyoneke ku bikaribe Kurdan, Kurdên Êzidî û Ermeniyan îfade bike fikirî û amade kir.”

Pêşangeha ku li Berlînê ye vebû, ji bilî rojên pêncşemê her roj wê heta 1’ê Çileya 2024’de vekirîbe.

Back to top button