Navenda Ragihandinê ya HPG’ê: Li Girê FM helîkoptereke artêşa Tirk hate xistin

Li herêma Zapê, helîkoptereke êrişê ya artêşa Tirk hate xistin.
HPG’ê ragihand ku ew ê têkildarî mijarê, îro raya giştî agahdar bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku li herêma Zapê, derbeke giran li helîkoptera artêşa Tirk hatiye xistin.

Li gorî agahiyên dawî yên çavkaniyên HPG’ê, helîkoptera êrişê, li Qada Girê FM’ê ketiye xwarê.

Navendê ragihand ew ê di daxuyaniya xwe ya rojane de, îro têkildarî xistina helîkopterê raya giştî agahdar bikin.

Ji 17’ê Nîsanê ji dema destpêkirina tevgera dagirkerya Tirk li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê, heta niha 6 helîkoter ji aliyê gerîlla ve hatine xistin.

Back to top button