Ji sê welatên Ewropî yê hevalbendên Îsraîlê peyama agirbestê

Her ku tê ragihandin li Xezayê hejmara miriyan gihîştiye 19 hezarî, zextên agirbestê yên li ser Îsraîlê zêde dibin.
Herî dawî sê welatên Ewropî Îngîlîstan, Almanya û Fransa jî banga agirbestê kirin.
Li aliyê din Papa Francis jî êrîşên Îsraîlê ku piraniya xwe sivîl dibin armanc weke terorê bi nav kir.

Hin welatên Ewropî yên hevalbendên Îsraîlê di şerê li dijî Hamasê de zextê li agirbestê dikin.

Hevalbendên Îsraîlî destnîşan dikin ku nerehetiya navneteweyî li hember bandora wêranker a şer li ser xelkê sivîl ên Xezayê heye.

Wezîrê Derve yê Îngîlîstanê David Cameron û Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock  banga agirbesteke domdar kirin.

Du wezîran di gotara xwe yê rojnameya Sunday Times û Welt am Sontagê de ev tişt gotin:

“Gelek sîvîl hatin kuştin. Divê hikûmeta Îsraîlî terorîst û sîvîlan ji hev cuda bike.

Em ne bawerin agirbesteke mayînde pêk were. Ev yek bibe sedem ku çima Îsraîl parastina xwe dike wê xuya nebe.”

Her wiha wezîran diyar kirin ku heger Hamas li Xezayê li desthilatê bimîne ew ê ji bo çareseriya du dewletan bibe astengiyeke mayînde.

Öte yandan, pazar günü Tel Aviv’de İsrailli mevkidaşı ile bir basın toplantısı düzenleyen Fransa Dışişleri Bakanı Catherine Colonna da ateşkes için bastırdı.

Li aliyek din Wezîra Karên Derve yê Fransayê Catherîne Colonna jî banga agirbestê kir.

Katerîn Kolonna diyar kir ku ji bo destpêkirina çareseriyeke siyasî pêwîstî agirbesteke lezgîn heye.

Papa Francis: Îsraîl taktîkên terorê bikartîne

Papa Francis di axaftina xwe ya heftane ya roja Yekşemê de bal kişand ser rewşa mirovî ya li Xezayê û anî ziman Îsraîl li herêmê “taktîkên terorê” bikar tîne.

Kuştina du jinên Xiristiyan ji aliyê hêzên Îsraîlî ve li komplekseke dêrê ya li herêmê, berteka Vatîkanê bû.

Papa Francis diyar kir 2 jin dema diçûn dêrê ji aliyê sekvanan ve hatin gulebarankirin û kuştin.

Her wiha derbarê kuştina sivîlan de Papa ev tişt anî ziman:

“Sivîlên bêçek dibin hedefa bomberdûman û êrîşên çekdarî.

Ev yek ne ji aliyê terorîstan ve, heta li kompleksa dêra Malbata Pîroz, ku malbat tê de bûn, pêk hat.

Zarok, kesên nexweş an astengdar û keşîş bi cih dibin.

Hinek dibêjin ‘Ev şer e. Ev teror e’ Belê ev şer e. Ev teror e.”

WHO: Nexweşxaneya Şîfa veguheriye ‘gola xwînê’

Back to top button