Li gelek deverên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk çalakî hate lidarxistin

Çalakî û berxwedana gelên herêmê a li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî pêk hatin û li dijî êrişan peyama yekîtîyê û berxwedanê hate dayîn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin û rojane sivîl û pêşengên civakê bi balafirên bê mirov tên hedef girtin.

Gelê herêmê jî li dijî van sûc û êrişên hovane di nava çalakiyan de ne û berxwedana xwe li dijî êrişên qirkirinê didomîne.

Di vê çarçoveyê de welatî, endamên saziyên sivîl û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Piştî meş veguherî mêtingê hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebd Hamed El-Mihbaş axivî.

El-Mihbaş diyar kir ku Sûriyê di qonaxeke hesteyar re derbas dibe û got:

“Divê em wekî gelê Sûrî di qonaxeke wiha de bi berpirsiyariyên xwe ên li hember welatê xwe rabin.”

El-Mihbaş da zanîn ku ev zêdetirî du mehan e dewleta Tirk gefa êrişeke nû li dijî herêmê dixwe û ev yek anî ziman:

“Bi hincetên wekî avakirina herêma ewle dixwaze êriş bike û komkujiyên nû pêk bîne.

Tirkiye bi vê êrişê dixwaze demografya herêmê biguherîne û li şûna welatiyên resen çeteyên DAIŞ’ê û Ehrar El-Şerqiyê bi cih bike.”

El-Mihbaş di dawiyê de bang li hêzên navnetewî kir ku qada ezmanî li hember êrişan bigre.

Li Helebê jî bi heman armancê daxuyanî ji aliyê Saziyên Civaka Sivîl ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser armanca civîna Tehranê û hate gotin:

“Tirkiyê di vê civînê de ji bo êrişeke nû a li ser herêmê piştgiriya tê xwestin negirt, lewra jî bi rêya balafiran pêşengên civakê dike armanc.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navnetewî, sazî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku rê li hember van êrişan bigirin.

Rêxistina Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê a Herêma Firatê jî li Kobanê daxuyanî da.

TEV-DEM’ê diyar kir ku êrişên dewlet Tirk a dagirker rojane li dijî sivîlan pêk tîne krîza li Sûriyê kurtir dike û rêyên çareseriyê digre û got:

“Bêdengiya cîhanê a li hemberî van sûcên hovane dihêle ku Tirkiyê êrişên xwe zêdetir bike.

Divê cîhan tevahî li dijî van êrişan helwestek cidî nîşan bidin.”

Back to top button