HPG’ê: Li Bakur û Başûrê Kurdistanê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dikin. HPG’ê ragihandin li herêmên Botan û Metînayê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Her wiha derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê ji Botanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyên xwe bersivê didin êrişên artêşa Tirk a dagirker û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Egîdên Botanê ya Şehîd Diljîn û Şervan Erkendî de, 23’ê Tîrmehê tîmên me yên gerok li qada Besta ya bi ser herêma Botanê li hêzên dagirker xistin.

Di vê çalakiyê de ku li sê çadirên dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate kuştin, 2 dagirker birîndar bûn û her sê çadir jî hatin rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 26, 27 û 30’yê Tîrmehê li Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin, di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

1’ê Tebaxê, li Girê Cûdî û Girê Amediyê di encama çalakiyên bi rêbaza sekvaniyê de 2 dagirkerek hatin cezakirin û sîstema kameraya mobesse hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 1’ê Tebaxê li Qada Şikefta Birîndaran derb li helîkopterekê hate xistin ku dixwest qadê bombebaran bike.

Li ser vê destwerdanê helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

2’ê Tebaxê jî li Girê Şehîd Umîd li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand roja 1’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 23 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obus û çekên giran qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

HPG’ê: Kesê bi navê Xalid Gezîcî ku ji dijmin re dixebitî hat kuştin

Li aliyê din Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir, kesê bi navê Xalid Gezîcî ku ji dijmin re xizmet dikir tevî ku çend caran hatiye hişyar kirin jî lê xebatên xwe dewam kiriye û got,

“14’ê Hezîranê ev kes derdora gundê Werîsa yê bi ser navçeya Xîzan ya Bedlîsê ji aliyê hêzên me ve hat kuştin.”

HPG’ê: Ti pêwendiya Nusret Tebîş bi me re tune ye

Her wiha Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand, ti pêwendiya kesê bi navê Nusret Tebîş ku tê gotin komkujiya tarî ya 27’ê Tîrmeha 2008’an li Gungorenê pêk anîye bi wan re tune ye û got,

“Divê gelê me ji van nûçeyên derew bawer neke. Dewleta Tirk ji bo ku li ser komkujiyên xwe yên mîna li Zaxo bigire û bi senaryoyên sexte pêbaweriyê bi MÎT’ê bîne, buyerên bi vî rengî davêje ser hêzên me.

 

Back to top button