Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê berdewam dikin. dagirkeran îro careke din gundên Eyn Îsa û Riya M4 topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker beriya du seatan Riya M4, gundê Mişêrfê û xweringeha El-Nexîl yê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Di derbarê ziyanên topbaranê de heta niha tu agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha duh jî artêşa Tirk di saetên nîvro de gundê Mielek û seyda yê Eyn Îsayê topbaran kirin.