Alya Osman: Divê feraseta mêr ku jin û xwezayê kedxwarî dike bê guhertin

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman, riyên çareseriyê yên ji bo destxistina azadiya jin û xwezayê diyar kir û got: Rizgarî ne tenê avêtina pankart û dirûşmeyên şermezarkirina kedxwarîkirina jin û jîngehê. Divê feraseta mêr ku jin û xwezayê kedxwarî dikin bê guhertin.

Jin bi xweza û xweza bi jinê re bedew dibe.

Lê ji ber ku mêr xwe weke zordestê xweza û jinê dibîne, bi salane talan û bindestkirina van her du karakteran li ser xwe ferz dibîne.

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman, da zanîn di nava feraseta serwer a mêr de jin û xweza tên kedxwarî kirin.

Alya Osman, got, jin û xweza di dîrokê de rastî gelek êrîşan hatine.

Ji ber polîtîkayên pergalên serwer ekosîstem xirab dibe.

Alya li ser pirsa ji bo azadiya jin û xwezayê çi pêwîste bê kirin û wiha got:

Rizgarî ne tenê avêtina pankart û dirûşmeyên şermezarkirina kedxwarîkirina jin û jîngehê.

Divê em feraseta mêr ku jin û xwezayê kedxwarî dike biguherînin.

Ji ber ku di vê qadê de tu pêşketin pêknehat, karê me ya yekemîn zêdekirina hişmendiya ekolojîk e.

Girînge ku mirov li gorî xwaza tevbigere.

Xebata me li ser bingeha mirov bi hev re bijîn û bi hawîrdorê re dinava têkiliyê de bin.”

“Xweza cihê me ya jiyanê ye”

Alya destnîşan kir ku pêwendiya azadiya jinê û ekolojiyê ji bo pêkhatina civakek azad û demokratîk gaveke girîng e û wiha domand:

“Dema jin azad bibe em bi hemû pêkhateyên xwe civakek ekolojîk pêk tînin.

Yên ku di civaka neolîtîk de çandinî keşif kirin, jin bûn.

Xweza cihê me ya jiyanê ye.

Mirovên ku bi jingehê xwe re di nav ahengiyê de ne, hem bi mirovên bi hev ra dijîn û hem jî bi jingeha xwe re mirovên aştîxwaz in.”

Back to top button