Ozgul Sakî: Tecrîd li Îmrali ye destpê kir li hemû civakê belav bû

Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kir û got: “AKP-MHP her beşa ku naecibîne, tecrîd dike, di şexsê birêz Ocalan de îro tecrîd li her derê belavbûye”.

Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û tecrîda heyî nirxand.

Ozgul Sakî diyar kir ku tecrîd nuqteya herî hesas a desthilatdariya AKP-MHP’ê ye û got:

“Tecrîd li Îmraliyê destpê kir û li nava hemû beşên civakî hate belavkirin.

Desthilatdariya heyî hewl dide bi rêbaza tecrîdê welêt bi rê ve bibe.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê êdî xwe û dewletê yek dibîne, bi sîstemeke nû xwe bi cih dike.

Xwe bi hemû saziyan, bi hemû hêzên ewlekariyê bi cih dike.

Meseleya tecrîdê nuqteya herî hesas a desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

Dema ku işaret bi tecrîdê tê kirin, yekser bi dadgeriya xwe, bi hêzên xwe yên ewlekariyê zextê lê dike.”

Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk di dawî de bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê bi têkoşîneke hevpar rabin.

“Planên komplogeran biser nakevin, nikarin vîna gel bişkînin”

Back to top button