Çalakiya nobetê li Mexmûrê dewrî koma 18’an hate kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şkandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin ji aliyê koma 18. dewir hat girtin.

Di merasîmê wergirtinê de li ser navê koma 17’emîn Hevşaredarê wargehê Bedran Pîranî axivî.

Bedran Pîranî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got :

“Armanca me ya ji vê çalakiyê bi fîzîkî azadiya Rêber Apo ye .

Ji ber vê jî divê hemû dem û wextê me ji çalakiyan dagirtîbin ku em bikaribin bi awayek azad bi Rêbertiya xwe re jiyan bikin.

Em wek koma 17. hemû komplo û tecrîdên li ser Rêbertiya me şermezar dikin.”

Piştî axaftinê çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma nû hate kirin.

Ozgul Sakî: Tecrîd li Îmrali ye destpê kir li hemû civakê belav bû

Back to top button