Li Awûstûryayê ji bo Rêber Apo banga têkoşîna hevpar hat kirin

Rêxistinên Antîfa yên li dijî faşîzim û nîjadperestî ne, li bajarê Wels ê Awûstûryayê li hev civiyan,konferansên xwe yên dawiya demê pêk anîn û ji bo Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî banga hevgirtinê kirin.

Dîwana konferansê ji bo girtiyên siyasî ku ji ber têkoşîna xwe ya fikir û azadiyê hatine dilgirtin û bi taybet ji bo Rêber Abdullah Ocalan ku mîmarê civaka demokratîk a li ser esasê ekolojî û azadiya jinê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, banga têkoşîna hevpar kir.

Di salona konferansê de bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê standa agahdarkirinê hat vekirin û danasîna pirtûkên Rêber Apo hatin kirin.

Her wiha êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên şerê qirêj ên PDK’ê ku bi dewleta Tirk re pêşxistiye, sûîqestên li dijî siyasetmedarên Kurd û êrîşên îmhakirinê hatin teşhîrkirin.

Di konferansê de bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Roja Piştgiriyê starda xebatan hat dayîn.

Çalakiya nobetê li Mexmûrê dewrî koma 18’an hate kirin

Back to top button