Roja cîhanî ya Jinên Gundan

Ji ber ku di dema borî de jinên gundî faktorên sereke yên dîtin û geşepêdana çandiniyê bûn, di van salên dawî de Neteweyên Yekbûyî rojeke cîhanî ji bo çareserkirina rewşa jinan bi taybetî jinên gundî destnîşan kir.

Jinan di hemû warên jiyanê de bi taybetî di dîroka çandiniyê de roleke berçav leyîstine.

Vê yekê heta yadeyekê rêgeza dîroka mirovatiyê guhertiye û heta niha jî hemû mirovahî deyndarê keşfkirina çandiniya jinê ye.

Li ser vê yekê Neteweyên Yekbûyî 15’ê Cotmehê weke Roja Cîhanî ya Jinên Gundan nîşan kiriye.

Jin bi keda xwe roleke sereke di jiyana gundan de radibe

Li gorî encamên lêkolînên arkeolojîk, dema ku jin ji ber rewşa xwe ya fîzyolojîk a jinê beşdarî pêvajoya nêçîrê nebûn,

lê wan karîbûn keşfa çandiniyê ya ku rêça dîroka mirovahiyê guhertiye pêş bixin ku heta niha jî hemû mirovatî deyndarê vê ked û keşifkirina çandiniya bi destê jinê ne.

Di salên dawî de, Neteweyên Yekbûyî ji bo rêzgirtina li hewldanên jinên gundewarî, rojek navneteweyî bi navê ‘Roja Jinên Gundî ya Cîhanî’ îlan kir ku bibe derfetek ji bo ronîkirina rewşa piraniya jinên gundan.

Back to top button