Çalakvanên bajarokê Ranyayê derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de gotin: “Azadiya Rêber Apo ji bo vê qonaxê û gelê Kurd bi giştî, her wiha ji bo gelên bindest û herêmê pêwîstiyeke.”
Çalakvanê bi navê Feqî Mihemed diyar kir ku niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi azadiya Rêber APO heye û wiha dewam kir:
”Ger niha Rêber Apo azad ba, wê niha rewşa gelê Kurd û herêmê baştir ba.
Erkê sereke yê hemû mirovên azadîxwaz, bi şeref, rêxistinên mafên mirovan, û pêşengên Kurdan ewe ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kar bikin. ”
Çalakvanê bajarokê Ranyayê Destan Elî jî da zanîn ku armanc ji girankirina tecrîda li dijî Rêber APO ewe ku dewleta tirk ji hêza wî ya rewşenbîrî ditirse .
Destan Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Divê hemû kesên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo têbikoşin.
Em jî wek gelê Kurd daxwaza hemû mafên gelê xwe û azadiya Rêber Ocalan dikin.”
Li Awûstûryayê ji bo Rêber Apo banga têkoşîna hevpar hat kirin