Artêşa dagirker careke din êrîşî gundên Girê Spî kir

Rojane li ser herêmê êrîş ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hene.. Dagirkeran careke din gundên rojavayê Girsê Spî bi dijwarî topbaan kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kopirlîk û Evdiko yên rojavayî Girê Spî topbaran kirin.

Ji ber topbaranê li gundê Kopirlîk agir bi erd û zeviyên sivîlan ket, ziyan gihiştin bax û baxçeyên şêniyên .

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya du rojan jî gundên rojavayê Girê Spî topbaran kiribûn.

Di encama topbarana wê demê de sivîlek birîndar bû, 16 lawir telef bûn û mal û milkên sivîlan dîsa wêran bûbûn.

Back to top button