Xelkên Hesekê şehîd Severus oxir kirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî Elî Salih El-Beyid bi merasîmekê oxir kirin.
Xelkên kantonê soza şopandina têkoşînê heta rizgarkirina xaka dagirkirî dan.

Bi sedan xelkê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî-Asurî şehîd Elî Salih El Beyid سيفريوس (Severus) li goristana şehîdên Asurî oxir kirin.

Şehîd Severus 26’ê Çileyê dema li ser erka xwe bû li navçeya Til Temirê şehîd bû.

Di merasîmê de, hevseroka Partiya Suryanî ya Kantona Hesekê Meha Şabir axivî û got:

“Em îro şehîdê ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kir oxir dikin, ev şehadeta mezin e.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Suryanî أبجر نوحومو Abjar Nuhumu ev tişt anî ziman:

“Em li ser soza xwe ne, em ê xaka xwe rizgar bikin û projeya demokratîk pêk bînin.”

Dawiyê şehîd li goristana şehîdên Asûrî li Hesekê hate veşartin.

Back to top button