Şêniyên navçeya Etarîb a Helebê artêşa Tirk da ber keviran

Şêniyên navçeya Etarib a Helebê maşîneyên dewleta Tirk a dagirker dan berkevirin û daxwaza derketina leşkerên artêşa dagirker li heremê kirin

Îro li navçeya Etarib a Helebê maşîneyên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker bîlê jinek û zorka wê kirin. Di encama bûyerê de dayîk û zaroka wê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rûdana bûyerê bi daxuyaniyeke piştraskir û diyar kir ku artêşa tirkiyê weke ku qet tiştnebûye piştî bûyerê rêka xwe dewam kiriye.

Navendê diyar kir ku çeteyên HTŞ’ê leşkerên tirkiyê li hember bertekên gel parastiye û li qada bûyerê derxist.

Ev nêzîkatiya atêşa dagirker rastî bertekên şêniyên navçeyê hat.

Şêniyan maşîneyên zirxî yên artêşa dagirker dan berkeviran û daxwazkirin ku artêşa dagirker li herêma wan derkeve.

Hêjayê bibîrxistinye ku li bakurê kurdistanê jî artêşa dagirker bi dehan caran bi bûyerên bi bî rengî zarokên kurdan jî kuştiye. Dagirker li her derê dagirker e kurd û ereb ji bo wî ferq nake.

Back to top button