Tecrîd li Dêrik, Qamişlo, kampa Waşûkanî û Minbicê hate şermezarkirin

Şêniyên Dêrik, Qamişlo, Kampa Serêkaniyê û Minbicê bi çalakiyên cûda ji bo şermezarkirina tecrîda îmraliyê û helwesta CPT’ê yê daketin qadan.

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dêrikê bi meşekî tecrîda li ser rêber APO şermezarkirin.

Meş li ber navenda Dicle ya Çand û Hunerê dest pêkir heta sûka navendî domiya.

Li sûka navendî meş veguherî mitîngê û endama yekitiyê Medîna Hesen axivî

Medîna Hesen tecrîd şermezar kir û diyar kir ku ew weke ciwan wê li dijî tecrîdê her li qadan bin û li ser xeta Rêberên xwe têkoşîna xwe bilintir bikin..

Bi heman armancê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk li qada Fekulteya Zanistên Perwerdeyê ya girêdayî Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist.

Xwendekaran diyarkirin ku ewê bi pêkanîna fikrê Rêber Ocalan tecrîdê vala derxînin.

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê jî bi meşekê tecrîd şermezar kirin.

Piştî meşê çalakvana daxuyaniyek dan û bang li CPT kir ku li hember tecrîdê dawî bi dengiya xwe bîne.

Li Minbicê jî welatî li dijî tecrîdê li qadan bûn û çalakiyeke girseyî li dar xistin..

Back to top button