Desteya Mafê Mirov serdana girtiyên Behdînanê kir

Girtiyên Behdînanê bi hin tawanên cûda hatine cezakirin, şandeyek ji Desteya Mafên Mirov a Başûrê Kurdistanê ji bo lêkolînkirina rewşa girtiyan serdana girtîgeha PDK’ê a li Hewlêrê kir.

Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen bi daxuyaniyekê ragihand ku wî binpêkirinên ku li beramberî girtiyên Behdînan tên kirin gihandiye Seroka Desteya Mafê Mirov Muna Yaqo.

Beşdar Hesen got: “Me li ser wê mijarê jî li gel seroka desteya mafê mirov axivî, carek din anî ziman ku ji bo nehiştina hemû ceza û binpêkirinên ku li beramberî girtiyên Behdînanê tên kirin bi berdewam di nava hewildanan de bin.”

Her wiha da zanîn seroka desteya mafê mirov daxwaz kiriye ku rê were dayîn parêzer, endamên komisyona mafê mirov a parlementoya Kurdistanê û saziyên din jî serdana girtiyên Behdînanê bikin.

Back to top button