QSD’ê bersiva êrişan da: 4 Leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de li herêma Efrînê û Babê 4 dagirker û di çalakiyên hêzên QSD’ê de jî 7 dagirker hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Di van êrişan de pirranî welatiyên sivîl û cih û warên dibin hedef.

Hêzên parastinê yên bakur û rojhilatê Sûriyê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk 2 çalakî li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker pêk anîn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê agahiyên der barê her du çalakiyên li herêmên nêzî Til Temirê yên dagirkirî, parve kirin.

Di van çalakiyan de 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên Kinêhir û Erbîn hatin hedefgirtin.

Di encamê de 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên wê hatin kuştin û gelek leşker û çete jî birîndar bûn.

Bi vê yekê hejmara kuştiyên dewleta Tirk a dagirker ên di rêzeçalakiyên bersivdana rewa yên ku hêzên me di rojên dawîn de pêk anîne bû 22 . Bi dehan leşker û çete jî birîndar bûn.

QSD’ê diyar kir ew ê çalakiyên xwe yên bersivdanê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin.

Back to top button