Fermandariya Hêzên Asayîşê li ser êrişên dewleta Tirk daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê derbarê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Fermandariyê Hêzên Asayişê derbarê êrişan de ev agahî da: Di êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ku li ser bajarê Dêrik û gundê Teqil Beqilê pêk hatine de, 11 hemwelatî şehîd bûn.

Fermandariya Hêzên Asayîşê: Divê gel helwestek tund nîşan bide

Em van êrişan lanet dikin û li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me û herêmê pêk tên, bang li herkesê dikin ku bertekê û helwestê nîşan bidin.

Back to top button